Koma Tembûrê ya zarokan a Yekmal Bad Kreuznachê
Komeleya me li Bad Kreuznachê beşdarî pêşangeheke balkêş derbarê Welat û herweha Festîvala Aştiyê ya Navçandî bû.
Ji 29ê Îlona 2024an heta 9ê Cotmeha 2024an, Dêra Bajêr NAHeRAUM - Kirche ANDERS pêşangehek bi sernavê "Welat çi ye?" organîze kir. Çandên curbicur bi taybetmendî, nirx û kevneşopiyên xwe beşdar bûn. Pêşangeh ku deh rojan li avahiya dêrê ji raya giştî re vekirî bû, ji aliyê hunermenda navdar Jaziba Rehman ve hat birêvebirin.
Ji bo şahiya dawîhatina pêşangehê, Festîvala Aştiyê ya Navçandî di 20ê Cotmehê de pêk hat. Yekmal bi Koma me ya projeya Tembûrê ku ji sala borî ve li Bad Kreuznachê hatiye avakirin, beşdar bû. Koma Zarokan a Tembûrê stranên Kurdî yên binavûdeng (Kurmancî û Kirmanckî) pêşkêşî temaşevanên pirziman û navneteweyî kirin.
Herweha tîma Yekmalê ya Bad Kreuznachê standek ji bo xwarinên kevneşop yên Kurdî daniya, ku dayikên dilxwaz ên zarokên koma Tembûrê bi coş û kelecanek mezin alîkarî dikirin.
Komeke din a dilxwazên Yekmalê rû, mil û destên mêvanan bi motîvên kevneşop ên Deqê xemilandin. Bi taybetî sembolên Roj û Baranê pir hatin hezkirin. Ji bo mêvanên biçûk jî tatoyên zarokan hebûn, ku bû sedema dilşadiya zarok û dê û bavên wan.
Em bi taybet spasiya hevkara xwe ya li Bad Kreuznachê Leyla Kara û tîma wê ya dilxwaz dikin ji bo rêxistina van çalakiyan û nûnertiya komeleya me. Herweha spasek mezin ji mamostayê me yê Tembûrê Huseyîn Kara û şagirtên wî re ji bo performansa wan a li ser dikê.
Em serbilind in ku komeleya Yekmalê wek beşeke erênî ya jiyana çandî li Bad Kreuznachê tê dîtin û em bi hêviya berdewamiya vê hevkariya serkeftî ne.