Koma Govendê ya zarokan a Yekmalê li Bad Kreuznachê
Koma Govendê ya zarokan a girêdayî Yekmalê li Bad Kreuznachê, di 27ê Cotmeha 2024an de beşdarî Workşopa Terapiyê ya Hespasiwariyê bû ku ji aliyê komeleya IG Therapeutisches Reiten Rhein-Nahe e.V. hatibû lidarxistin.
Piştî ku li Bad Kreuznachê di gelek çalakiyên navneteweyî û herêmî de beşdar bûn, komeleya me xwest ku tiştek taybet ji bo zarokên Koma Govendê bike. Bi rêberiya terapîst Dr. Susi Fieger, di vê Workşopê de zarok fêrî bingehên siwarbûnê, bandorên terapiya siwarbûnê, rûniştina rast, kontrolkirina rast û têkiliya di navbera hesp û mirovan de bûn.
Di dawiya Workşopê de, zarokên komê û tîma projeya me ya Govendê Leyla Kara û Guldane Karakuyu karîbûn Hespsiwariyê bikin û tiştên ku hîn bûne rasterast bicerbînin.
Em gelek kêfxweş in ku zarokên me bi hev re rojek wisa xweş derbas kirin. Gelek spas ji hemû zarokan re ji bo pabendbûna wan ku nûnertiya çanda me ya govendê dikin û bi awayekî zelal nirxên çand û nasnameya me di civaka navçandî ya Bad Kreuznachê de nîşan didin.
Em bi hêviya gelek rojên din ên xweş in bi we re!