01 Mijdar 2024 | Kargeh | Berlîn

Workşopa Grafîtî li Neuköllnê hat lidarxistin

Workşopa Grafîtî li Neuköllnê hat lidarxistin

© Yekmal e.V.

Di çarçoveya projeya me ya beşdarî û hêzdarkirinê ya bi navê “Em bi hev re xurt in” de, rojên 27-30ê Cotmeha 2024an, derfet ji zarok û ciwanên Neukölln re çê bû ku bi awayekî afirîner xwe îfade bikin. Gelek xwendekarên Dibistana Seretayî ya Boddinê hatin ba hev û bi şêwe, reng û nivîsan xeyalên xwe li ser dîwar nexişandin.

Bi rêberiya hunermendê grafîtî û dîzaynerê Grafîkê yê pîşeyî Jonas Fischer, me bi kêfxweşî dîwar boyax kir û nexşên curbicur çê kirin. Spasiyek mezin ji hemû beşdaran re - me demek xweş derbas kir û bi hêviya projeyên din ên afirîner in!

Di roja dawîn a Workşopê de, 30ê Cotmehê, em wek tîmên herdû projeyên Yekmalê “Xala Têkiliyê ya dijî Tundî û Dîskrîmînasyonê” û “Em bi hev re xurt in” kêfxweş bûn bi hevdîtina rêveberên bernameya herêmî ya Piştgiriya Întegrasyonê li navçeya Neuköllnê "Das Landesrahmenprogramm Integrationslots:innen Berlin" û Katharina Sipple ji Ofîsa Kordînasyona Penaberî û Koçberiyê ya Rêveberiya Navçeya Neuköllnê.

Tîma vê bernameyê li Neuköllnê bi avakirina pirên zimanî, çandî û hêsankirina gihîştina angebotên girîng ên alîkariyê, piştgirî dide kesên xwedî paşxana penaberî û koçberiyê. Bi vî awayî, ew ji bo tevlîbûna civakî û Întegrasyonê derfetên hêja çê dikin.

Di çarçoveya serdanê de, me proje û angebotên hev nas kirin. Herweha me danûstandineke berfireh kir derbarê bûyerên Dîskrîmînasyonê û nêzîkatiyên pispor di xebatên li dijî tundî û Dîskrîmînasyonê de li Neuköllnê. Ji bo hemû beşdaran rojeke îlhambexiş û berhemdar bû!

 

  • CiD/20241028_114217.jpg
  • CiD/20241029_115214.jpg
  • CiD/20241028_112642.jpg
  • CiD/20241029_125851.jpg
  • CiD/20241030_121527.jpg
  • CiD/20241030_135436.jpg

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR