Pirsa sereke ku di rojeva vê îvêntê de ye ev e: Dê û bavên ku xwedî paşxana koçberiyê ne, çi dixwazin ji bo ku bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya perwerdehiya zarokên xwe bibin? Rêxistinên Sivîl ên Koçberan û saziyên perwerdehiyê dikarin kîjan rolê bilîzin ji bo piştgirîkirina beşdariya Dêûbavan?
Ev pirs pêşî ji aliyê aktorên cihêreng ên panêlê, ji perspektîvên cuda yên dêûbavan, Rêxistinên Sivîl ên Koçberan û saziyên perwerdehiyê ve tê lêkolînkirin. Armanc ew e ku meriv bizanibe ka kîjan astengî li pêşiya beşdariya dêûbavan a li zaroxane û dibistanan hene û saziyên perwerdehiyê dikarin çi bikin ji bo pêşvebirina beşdariya dêûbavan.
Piştî nîqaşa panêlê, bi sê awayên danûstandinê em dê nêrîn û perspektîvên xwe kûr bikin. Bi hev re em dê bixebitin û bîrokeyên zelal pêş bixin ji bo ku bi hev re ji perspektîva dê û bavên koçber helwêstekê li ser beşdariya dêûbavan nîşan bidin. Ev encam dê bibe bingehek ji bo xebatên me yên din û dê di sala 2025an de ji raya giştî re were ragihandin.
Em bi germî we vedixwînin ji bo ku hûn ezmûnên xwe, perspektîv û bîrokeyên xwe bi me re parve bikin, da ku em bi hev re rêyek bibînin ka çawa di saziyên perwerdehiyê de beşdarbûnê xurt û domdar bikin.
Dem: Sêşem, 26ê Mijdar 2024
Demjimêr: 13.00–17.00
Cih: Hardenbergstraße 22–24, 10623 Berlin
Biha: Beşdarbûn bê pere ye.
Qeyd: Qeydkirin ne pêwîst e
Hevkarê/a me di vê xebatê de: Berliner Landeszentrale für politische Bildung
» Bername
Foruma Diyalogê di çarçoveya projeya me ya ,,STaP vorwärts" de tê lidarxistin. Rêveberiya Senata Belînê ya ji bo Kar, Sosyal, Wekhevî, Întegrasyon, Pirrengî û Dij-Dîskrîmînasyonê di çarçoveya Bernameya Beşdarî û Întegrasyonê piştgiriya darayî ya vê projeyê dike.