Di dawiya hefteya borî 8-10-ê Mijdara 2024an de, xebatkarên dilxwaz û tamdem ên ji hemû şaxên Yekmalê li navçeya Oer-Erkenschwick hatin ba hev da ku li ser mijarên Dîskrîmînasyon, Nijadperestî û Înterseksiyonalê nîqaş bikin.
Bala rahênana sê rojan li ser vê pirsê bû, çawa torbendî û hevpeymaniyên bibandor li dijî Nijadperestiyê werin avakirin. Axaftvanên me Prof. Emra Ilgün-Birhemoglu ji Zanîngeha Navneteweyî ya Dortmundê (IU Dortmund), Wian Nesrat Alo (rahênera azad) û Erhan Kara ji NRWeltoffen Herford pêşkêşiyên îlhambexiş kirin.
Ji bilî kesên nas, me îsal karî gelek kesên eleqedar ên nû nas bikin. Ev nîşanek e ku em bi xebata xwe ya herêmî dikarin xwe bigihînin mirovan û wan teşwîq bikin ji bo ku bi hev re bixebitin.
Rahênana me bi piştgiriya darayî ya BAMFê pêk hat.