14 Mijdar 2024 | Berlîn | Zaroxaneya Pîya

Zaroxaneya Pîya-Weddingê salvegera xwe pîroz kir

Zaroxaneya Pîya-Weddingê salvegera xwe pîroz kir

 

Roja 6ê Mijdara 2024an Zaroxaneya me ya Pîyayê ya Weddingê salvegera damezrandina xwe ya dehemîn pîroz kir. Em wek avakarê yekemîn Zaroxaneya duzimanî ya Kurdî-Almanî bi zaroxaneya xwe serbilind in û me xwest vê rojê bi zarok, dêûbav û mêvanên xwe re pîroz bikin. Ji bo vê me cihek pir taybet hilbijart; Muzexaneya zarokan a Labyrinth li Osloer Straße 12, 13359 Berlin.

Di destpêka îvêntê de hevrêveberên Zaroxaneya Pîyayê ya Weddingê Gulîstan Sönmez û Alî Çavuş axivîn û bixêrhatina mêvanan kirin. Piştre jî nûnerên dê û bavên zarokan gotinên hêja kirin û behsa giringiya Zaroxaneya me ya Almanî-Kurdî kirin û nêrînên xwe bi mêvanan re parve kirin. Herweha nûnerên dêûbavan wek nîşaneya spasiyê, kulîlkên xweşik pêşkêşî rêveberî û xebatkarên Zaroxaneyê kirin.

Beşa herî balkêş performansa zarokan bû. Zarokên Pîyayê stranên Kurdî û Almanî amade kiribûn û bi dîlan û tevgerên xwe pêşkêş kirin. Zarokan tevî xebatkarên perwerdehiyê bi coş û kelecaneke mezin performansa xwe pêşkêş kirin û temaşevanên xwe kêfxweş kirin.

Piştre rêvebera Giştî ya Yekmalê Günay Darici ji bo ser dikê hat vexwendin. Zarokan yek bi yek ji bo nîşandana spasiya xwe ji bo avakirina zaroxaneyê, kulîlk diyarî rêvebera me kirin. Herweha tabloyek ku dewsa destên xwe li ser çê kiribûn, pêşkêşî wê kirin. Van suprîzan rêvebera me hestyar kirin û birêz Darici bi spaskirina zarokan û silavkirin û bixêrhatina mêvanan dest bi axaftina xwe kir. Rêvebera me di axaftina xwe de balkişand ser dîroka Zaroxaneya Pîyayê ji damezrandina wê heta îro. Wê bi taybetî behsa van mirovên dilsoz kir ku çawa ji destpêkê ve beşdarbûn di avakirina Zaroxaneyê de û her tim pabendî armanc û nirxên Zaroxaneyê bûn. Bi taybetî jî spasiya hev-damezrînerên Zaroxaneyê kir û desteyek kulîk pêşkêşî wan kir.

Piştre Şêwirmenda Lênêrîna Zarokan a "Deutschen Paritätischen Wohlfahrtsverband" Sabine Kosler axivî û silavek germ da beşdaran. Wê weke diyarî pirtûkeke zarokan pêşkêşî rêveberiyê kir. Em gelek spasiya wê dikin.

Wê rojê gelek diyarî hebûn. Komeleya me ji bo her zarokekî turikek amade kiribû ku tê de pirtûkek Kurdî û mandarînek hebûn. Piştî axaftin û pêşkêşiyan, bufe hat vekirin ku bi xwarin, vexwarin, avê fêkiyan û xwarinên din hatibû xemilandin.

Li ser navê Zaroxaneya Pîya-Weddingê, em spasiya Zaroxaneya Pîya-Kreuzbergê, Navenda Malbatan a Rengînê û Tora BEFaNê dikin ji bo kulîlk û diyariyên ku pêşkêşî karmendan û herweha pêlîstokên ku pêşkêşî zarokên me kirin. Spasiyek mezin ji bo hemû kesên ku ev roja me taybet kirin.

 

  • Kita/10-jährige Jubiläum Kita Piya (10).png
  • Kita/10-jährige Jubiläum Kita Piya (1).png
  • Kita/10-jährige Jubiläum Kita Piya (5).png
  • Kita/10-jährige Jubiläum Kita Piya (6).png
  • Kita/10-jährige Jubiläum Kita Piya (7).png
  • Kita/10-jährige Jubiläum Kita Piya (8).png
  • Kita/10-jährige Jubiläum Kita Piya (12).png
  • Kita/10-jährige Jubiläum Kita Piya (2).png
  • Kita/10-jährige Jubiläum Kita Piya (4).png
  • Kita/10-jährige Jubiläum Kita Piya (3).png
  • Kita/10-jährige Jubiläum Kita Piya (9).png
  • Kita/10-jährige Jubiläum Kita Piya (11).png

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR