Roja xwendinê li pirtûkxaneya zarokan a Navenda Malbatan a Rengînê I © Yekmal e.V.
15ê Mijdarê Roja Xwendinê bû. Di wê rojê de em li Berlînê li Navenda Malbatan a Rengînê bi malbatên ji Zaroxaneya me ya Pîyayê, Dibistana Şemiyê û Tora me re hatin da ku vê rojê pîroz bikin.
Di pirtûkxaneya me de zarokan bi Kurdî (kurmancî, soranî, zazakî), Almanî û Tirkî guhdariya xwendina pirtûkan kirin, hunera xwe ya destan pêş ve birin û tama Wafilê kirin. Em ji bo vê bernameyê spasiya hemû xwendevan û hevkarên xwe dikin. Xwendina bi deng îlhamê dide xeyalên zarokan, kêliyên nêzîkbûnê diafirîne, peyvdana wan dewlemend dike û di rewşa herî baş de hezkirina wan a ji bo xwendinê şiyar dike.
Ma hûn jî dixwazin li pirtûkxaneya me ya zarokan a Almanî-Kurdî gera xwe bidomînin? Serdana me bikin û piştî nîvroyek xweş bi xwendinê re derbas bikin.