Li ser navê komeleya Yekmalê, di 25’ê Mijdarê de - Roja Navneteweyî ya Dijî Tundiya li ser Jinan, em dengê xwe li dijî hemû cureyên tundiyê bilind dikin. Tundiya li hember jinan pirsgirêkek cîhanî ye ku di hemû civak û çandan de rû dide - berpirsiyariya me ye ku em li dijî wê bisekinin.
Em weke rêxistinek ku ji bo xurtkirin û piştgirîkirina malbatan dixebitin, weke erka xwe dibînin ku pêşîlêgirtina tundiyê bikin navenda xebata xwe. Em banga diyalogê dikin li ser perwerdehiya bê tundî, perwerdehiya wekheviya zayendî û beşdariya civakî da ku hişyariya li ser vê pirsgirêkê bilind bibe.
Ji bo têkoşîna li dijî tundiyê hem tedbîrên pêkhateyî û hem jî guhertinên civakî pêwîst in. Ji bo vê yekê em daxwaz dikin:
Tundiya li hember jinan ne mijareke taybetî ye, pirsgirêkeke civakî ye ku bandorê li civaka me dike. Werin îro û her roj, em ji bo cîhanek ku jin û keç tê de bi azadî û bê tirs bijîn, xebat bikin.
Bi hev re em dibêjin: Tundiyê rawestînin - niha!
Jin Jiyan Azadî