Êvara Çarşemê 13ê Îlona 2023an li Nachbarnschaftshaus Urbanstrasse li Berlînê 30. Salvegera avakirina komeleya me Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê hat pîrozkirin. Di Resepsiyona salvegera Yekmalê de, gelek mêvanên hêja ji berpirsyarên senatoya Berlînê, parlemanter û siyasetvanên Almanyayê, nûnerên komele û saziyên civaka sivîl, pispor, hevpar û dostên Yekmalê beşdar bûn.
Di destpêkê de peyama bixêrhatinê ya serokê komeleya me Ismail Acioglu ji aliyê Dr. Yaşar Kirgiz rêkxerê Yekmal Aktîv ve hat xwendin. Piştre rêvebera Yekmalê Gunay Darici gotarek pêşkeş kir û tevî bixêranîna mêvanan behsa paşxana zengîn a Yekmalê kir. Xanima Darici bal kişand ser çawaniya avabûna Yekmalê, astengiyên pêşiya wê, pêşveçûn û xebatên cur bi cur yên di nava 30 salên derbasbûyî de. Rola Yekmalê û berfirehbûna xebatên wê di qadên cur bi cur de li tevahiya Almanyayê, nirxand.
Di berdewamiya Resepsiyonê de, her yek ji Aziz Bozkurt Sekreterê Dewletê ji bo Karûbarên Civakî li Wezareta Kar, Sosyal, Wekhevî, Întegrasyon, Pirrengî û Dijî Dîskrîmînasyonê ya Senatoya Berlînê, Saraya Gomis Sekretera Dewletê ya berê ji bo Pirrengî û Dijî Dîskrîmînasyonê li Wezareta Dad, Pirrengî û Dijî Dîskrîmînasyonê ya Senatoya Berlînê, Holger Spöhr pisporê Koçberiyê li DPW û Markus Runge rêveberê Nachbarnschaftshaus Urbanstrasse gotar pêşkeş kirin. Herweha peyama pîrozbahiya Berivan Aymaz cîgira Serokê Parlemantoya Eyaleta NRW û Nawandi Nali e.V. hatin xwendin. Yekmalê li hember piştgirî û hevkariya wan, kulîlk pêşkeşî axaftvanan kir.
Di beşek din a Resepsiyonê de fîlmek derbarê 30 saliya Yekmalê hat nîşandan. Herweha di salona pîrozbahiyê de pêşangehek ji aliyê hunermend û xebatkarên komeleya me Bariş Seyitvan û Gülcan Küçük ve li ser dîroka 30 saliya Yekmalê hatibû vekirin. Muzîkjenên “Koma Heval Trio” Hogir Göregen, Mevan Younes û Mikail Yakut bi berhemên xwe yên balkêş atmosfera Resepsyona me geştir kirin.
Em kêfxweş bûn bi pêşwazîkirin û hevdîtina mêvanên xwe. Hebûna wan ev êvar taybet kir û em hêvî dikin ku di salên pêş de hevkariya di navbera me de bi awayekî baş berdewam be.
Em bi hêvî û motîvasyoneke mezin dikevin sala xwe ya 31’emîn.
Bi hev re ji bo pêşerojê!