Di 21ê Cotmeha 2023an de li Navenda malbatan a Rengîn li Berlînê semînarek ji bo lêkolînera çandî Zeyneb Yaş derbarê qeydên muzîka kurdî yên sedsala 20an hat lidarxistin.
Di vê semînerê de ku ji aliyê Bariş Seyitvan ve hat birêvebirin, Zeyneb Yaş behsa xebatên xwe yên li ser dîroka muzîka kurdî kir û got ku di vê çarçoveyê de li Kurdistanê, Tirkiyê, Îraq, Îran, Sûriyê, Efxanistan, Cezayîr, Lubnan, Ermenistan, Rûsya, Ewropa û Amerîkayê lêkolîn kirine.
Zeyneb Yaş ku li Amedê dijî, li gelek welatan bi mirovan re têkilî daniye û belge û qeydên li ser muzîka kurdî berhev kirine û qeydên yekem ên Stranên Mezopotamyayê li Amerîkayê dîtine.
Yaş behsa girîngiya radyoya Bexdayê û Êrîvanê ji bo kurdan kir. Herweha got, di destpêka salên 1900î de qeydên ji Stenbolê, Bexda, Mûsil, Heleb, Qahîre û Tehranê ji aliyê kompanyayên qeydkirinê yên Amerîkî, Berîtanî û Fransî yên wekî Kolombiya, Polyphon, Baidaphon, Odeon, Sodwa, His Master’s Voice ve hatine berhevkirin.
Zeyneb Yaş niha Lêkolîna xwe ya li ser pêla yekemîn a Ermenî û Suryaniyên ku ji Amedê çûne Amerîkayê didomîne û derbarê qeydên ku li ser keviran hatine çêkirin de, agahiyên girîng bi dest dixe.