Di 23ê Cotmehê de em li Navenda Çandê ya Omayra li Berlînê hatin ba hev ji bo bîranîna qurbaniyên erdheja trajîk a Sibata 2023 ya li Kurdistanê, Tirkiyê û Sûriyê.
Ev êvara bîranînê.di çarçoveya projeya me ya “ Pira piştgirîyê” de pêk hat. Armanca me ew bû ku di vê dema dijwar de kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînin, sersaxî li malbatên qurbaniyan bikin û piştevaniya xwe ji wan re diyar bikin.
Spasiyeke taybet ji muzîkjen Ufuk Elîk re ku tevî Tembûra xwe bi me re bû û fikir û hestên me wergerand muzîk û stranan.
derbarê “Pira Piştgirîyê”
“Pira Piştgirîyê” xebatên şêwirmendî û piştgirîya derûnî ya civakî ya pirzimanî li navçeya Friedrichshain-Kreuzberg pêşkeş dike. Em piştgirîya van kesan dikin ku di erdheja 6 û 20ê Sibata 2023an ya li Kurdistanê, Tirkiyê û Sûriyê de mexdûr bûne.
Xebatên me:
– Civînên bi kom
– Şêwira kesane
– Şêwirmendiya qanûnî li ser pirsên niştecihbûnê û mafê penaberîyê – her weha yekbûna malbatê
– Îvênta agahdarîyê
Em ji bo we li vir in:
Roj: Ji 23.10.2023 – Hemû dûşeman
Demjimêr: 16:30 – 18:00
Cih: Navenda Malbatan a Rengîn, Waldemarstraße 57, 10997 Berlin
Tel.: 0157 37881637
Em bi Almanî, Kurdî, Tirkî û Erebî diaxivin