Di 19ê Cotmeha 2023an de, komeleya me Yekmal e.V., wek axaftvan ji bo Roja Pisporîyê ya li Düsseldorfê derbarê Dîskrîmînasiyon û Nijadperestîya li dijî Kurdan li Almanyayê hatibû vexwendin. Ev îvênt ji aliyê Heike Kasch û Kamil Basergan, Diakonie Düsseldorf hat organîzekirin û ji aliyê Jasmin Caspary ve hat birêvebirin.
Piştî pêşwazîya bi zimanê Almanî ji aliyê Xanima Kasch ve û bi zimanê Kurdî ji aliyê Kak Basergan ve, peyama rêvebira komeleya me Gunay Daricî, ji aliyê berpirsê beşa me ya li dijî Dîskrîmînasiyonê Merih Ergün ve hat xwendin.
Prof. Çinur Ghaderi ji EvH Bochumê ku ji bo îvêntê hatibû vexwendin, li Almanyayê li dijî Nijadperestiya li hember kurdan lêkolînan dike. Li wir lêkolîna xwe ya bi kalîte ya li ser vê mijarê bi mêvanan re parve kir û behsa girîngiya wê kir.
Pişt re Prof. Esther Almstadt ji EvH Bochum li ser analîzên xwe yên li ser temsîliyeta kurdan di medyaya sereke ya Almanyayê de axivî. Ji xeynî binavkirinên tund ên sûcên eşîran, xwestina bikaranîna tûndîyê an jî xwestin û pabendbûna bi entegrasyonê re, medyaya serdest cihekî hindik ji jiyana rastîn a kurdan re dihêle û bi vî rengî dibe alîkar ku stereotip û pêşdarazî xurtir bibin.
Piştî axaftinên her du profesoran, Merih Ergün wek berpirsê beşa me ya li dijî Dîskrîmînasiyonê gotarek li ser xebatên cihêreng ên Yekmalê pêşkêş kir. Wî behsa lêkolîna me ya sala 2020an a “Jiyana Kurdan li Berlînê” kir û serpêhatiyên Dîskrîmînasiyonê yên beşdarên lêkolînê raxist ber çavan. Di anketê de derket holê ku aliyên cuda yên Dîskrîmînasiyona pêkhatî ya bûyerên nijadperestî ne tenê li qada giştî, di saziyên dewletê yên cuda de jî pêk tên. Li vir dibistan careke din cewhera xwe ya taybet weke cihê Dîskrîmînasiyonê nîşan dide. Tevî pêşkêşkirina encamên anketê, bandorên piralî yên Dîskrîmînasiyona sazûmanî jî ji perspektîfa komeleyeke malbatên kurdan li gor lêkolîna li dibistaneke Bremenê û lêkolîneke din ya bi hevkariya Senatoya Berlînê re, hatin diyarkirin.
Di beşa dawî ya îvêntê de bi pirsên beşdaran gotûbêjek hate lidarxistin. Tevî axaftvanên îvêntê Prof. Çinur Ghaderi, Prof. Esther Almstadt û Merih Ergün, Jînda Zelal Ataman Şêwirmenda Civakî ya ji bo penaberên li komeleya „Kurdischen Gemeinschaft Rhein-Sieg/Bonn e.V.“ beşdar bû.Ji bo ku Dîskrîmînasiyona li dijî Kurdan bê sekinandin, li vir behsa pêwîstîya avakirina Tor û hevpeymanîyên bi aktorên herêmî yên sivîl re hat kirin.
Em wek Yekmal spasdar in ji bo vexwendinê, danûstendina teşwîqkar, pabendbûna hemû beşdaran, li hevdu fêmkirin, pêşwazîya zanistî ya ji mijarên Kurdî û naskirina serpêhatiyên kesên bandordar.