Bi piştgirîya eyaleta NRW û bajarê Essenê, xwendekarên 12 heya 18 salî yên ku vê dawiyê koçberî vê derê bûne di betlaneya payîzê de ji bernameya me ya “Fêrbûna Almanî ya FiTê” sûd wergirtin.
Zarok û ciwan bi çavdêriya mamostayên jêhatî û dilsoz, bi hev re li dibistana Alfred Krupp asta zimanê xwe ya Almanî pêşve birin, lîstin, xwarin çê kirin û li der û dorê geriyan.