Bihêle Bila Zimanê Te Bifire!

Bihêle Bila Zimanê Te Bifire!

 

Wekî ku êdî bûye kevneşopiyek, 15ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin ji aliyê bi milyonan kurdên cîhanê ve, hem li Kurdistanê û hem jî li gelek welatên dîasporayê yên kurd lê dijîn. Wekî komeleyeke ji bo pêşxistina pirzimaniya li ser bingeha zimanê dayikê dixebite, em hêz û hestên xwe digihînin malbateke mezin a parêzvan û têkoşerên zimanê kurdî ji bo pîrozkirina dewlemendiya zimanê kurdî û potansiyela wê ya zindî. Sedema ku em cejna zimanê kurdî pîroz dikin, ji aliyekî ve bilindkirina hişyariya di derbarê bedewî û dewlemendiya zimanê kurdî de ye, ji aliyê din ve jî xurtkirina hewldanên li dijî qedexeyên li ser zimanê kurdî li Kurdistanê û astengiyên bingehîn ên li welatên dîasporayê ye.

Bi vê bîr û baweriyê, em îsal dengê zimanê xwe bi bangeke bilind dikin û dibêjin “Bihêle Bila Kurdî Bifire!” Banga me ji bo hemû kes, derdor, sazî û dezgehan e ku wekî me girêdayî xurtkirina pirzimaniyeke li ser bingeha zimanê dayikê ne û pêşerojeke geş ji bo zimanê kurdî dixwazin. Girêdan û daxwazeke wisa hevkariyeke xurt û ji dil, plansaziyeke stratejîk hewce dike. Li gorî me, sê alî xweyî wê hêzê ne ku piştgiriyê bikin da ku “kurdî bifire”.

Dêûbav: Kaniya Zimanê Dayikê: Hûn yekem mamosteyên zimanê zarokên xwe ne, hûn rengê zimanên zarokên xwe diyar dikin. Kurdî hîn bikin zarokên xwe, wan ji xweşî û dewlemendiya zimanê xwe yê dayikê bêpar nehêlin, wan bi nasnameyeke pirzimanî mezin bikin. Daxwaza naskirin û pîrozkirina zimanê kurdî bikin ji hêlîn û dibistanên zarokên xwe bi riya çalakî û xebatên  pedagojîk ku zimanê kurdî wekî hemû zimanên din derxin pêş, li ber çavê zarokên we xweş û şirîn bikin. Zarokên xwe bi zarokên din ên kurdîaxêv re bînin cem hev di xebatên zimanî, perwerdehî û çandî yên sazî û komeleyên kurdan de.

Rêveberiyên perwerdehiyê: Lêxweyîderketinê Pirzimanî Gavên Pratîk Dixwaze: Pirzimanî lingekî saxlem ê civakeke rengîn û dewlemend e. Heqê kurdî ye jî, qasî hemû zimanên din wekî perçeyekê pirzimaniyê were naskirin di civakên me de. Zehmetî û astengiyên li hemberî kurdî fehm bikin ji ber ku rastî qedexe û zordariyên mezin hatiye di dîrokê de û ji piştgiriya dewletan bê par e. Girêdan û dilsoziya xwe ya ji bo civakeke rengîn û pirziman nîşan bidin bi riya stratejiyên taybet û gavên pratîk ji bo parastin û pêşvebirina kurdî wekî hemû zimanên din. Û ya herî girîng jî, nexapin bi dek û dolabên dij-kurdî yên polîtîkayên dewletên zordar û berdestên wan ên cihên xwe di dezgehên perwerdehiyê de çêkirine.

Komeleyên Civaka Kurd: Dest bi Dest ji bo Parastin û Pêşvebirina Kurdî: Hevkarî mifte (kilîl) ye. Pêwendiyên xwe bi malbat û zarokan re xurt bikin, çalakî û xebatên afirîner pêşkêş bikin ku nifşên nû pirzimaniya xwe li ser bingeha zimanê xwe yê dayikê bilind bikin. Cudahiyên xwe yên siyasî li aliyekê bihêlin dema mijar zimanê kurdî be, hêzên xwe bigihînin hev. Bi hev re em dikarin dengê zimanê xwe bilind bikin ji bo ku di hêlîn û dibistanan de cihê xwe bigire. Dest bi dest em dikarin hebûn û pêşveçûna kurdî şîn bikin ne tenê di malan de, her wiha di perwerdehiyê de.

Dema em hewlên xwe, hêzên xwe û dilên xwe bidin hev, em dikarin bi rastî bihêlin kurdî bifire! Yekmal û Akademiya Yekmalê ji dil û bi awayekî xurt li ser şopa vê mîsyonê ye. Bi riya rêzek xebatên bi kurdî û ji bo kurdî wek dersên kurdî, xizmetên kurdî, çavkaniyên kurdî, derfetên perwerdehiyê, çalakiyên civakî, em hewl didin ku hêz bidin hemû kes û derdorên dilxwazê kurdî.
Hêvî û bendewariya me ew e ku Cejna Zimanê Kurdî bibe bingehek ji bo serkeftin û pêşveçûna kurdî. Em dibêjin, werin em hêza ziman bi bîr bînin di girêdan me bi nasnameya me û pêşeroja me de. Werin em rol û berpirsiyariya xwe pêk bînin ji bo ku zimanê kurdî bifire û her tim bilind bibe di nav pirzimaniya bajar û welatên me de!

Nîşe: Em dixwazin ji dil spasiya xwe bikin ji bo hûnermend Başak Günaçan ku postera taybet ji bo temaya me bi navê “Bihêle Bila Zimanê Te Bifire” afirandiye.

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR