Beşek ji penaberên ku nû hatine Tegelê Kurd in û ji perçeyên cuda yên Kurdistanê ne. Ew li Navenda Gihiştina Tegelê (Ankunftszentrum in Tegel) hatine bicihkirin. Hejmara wan bi giştî di derdora 320 kesan de ye ku ji jin, mêr û zarokan pêk tê.
Di Navenda Gihiştina Tegelê de ku destpêkê ji bo penaberên ji Ûkraynayê hatibû vekirin, derdora 5000 mirov hene ku piraniya wan nêzî 3,000 kesan ji Ûkraynayê ne. Derdora 2000 penaberên din ji welatên sêyemîn hatine ku ji vana, penaberên Ereb bi 1000 kesan koma herî mezin in.
Di demjimêrên serê sibê yên 26ê Mijdara 2023an de, komek ji mirovên Ereb ku piraniya wan mêr bûn, dest bi bêzarkirina penaberên Kurd ên razayî kirin. Penaberên Kurd jî di nav de gelek malbatan daxwaza aramiyê kirin, lê li şûna ku dest ji bêzarkirinê berdin, komeke mezin ji Ereban li hev kom bûn û bi qîrîna dirûşma “Kurdên kafir” êrîşî penaberên Kurd kirin. Hejmara êrîşkaran zêde bû û 5 penaberên Kurd birîndar bûn. Mixabin hêzên ewlehiyê yên ku li wê derê bûn jî mudaxeleya pevçûnê kirin û êrîşî kurdan kirin.
Roja din 27ê Mijdara 2023an, penaberên Kurdîaxêv daxwaza alîkariyê ji me kirin. Bi alîkariya Ofîsa Entegrasyon û Koçberiyê ya Senata Berlînê, me bi berdevkê çapemeniyê yê Sazîya Dewletê ji bo Karûbarên Penaberan li Berlînê (LAF) birêz Langenbach re têkilî danî û me ji bo 4ê Berfanbara 2023an randevûyek saz kir.
Şandeyeke Yekmalê ku ji Günay Darici (Rêveber), Cornelia Rasulis (Cîgira Rêveber), Merih Ergün (Rêveberê beşa me ya têkoşîna li dijî Dîskrîmînasyonê) û Xanimê Kortas berpirsiyara karûbarên revê ji Saziya Entegrasyon û Koçberiyê ya Senata Berlînê – IntMIGê pêk hatibûn, serdana Navenda Gihiştinê ya li Tegelê kir. Piştî hevdîtinek kurt, birêz Langenbach û Xanimê Tümmler rêvebera DKR, cîh û warên ku penaber tê de bi cîh bûne, nîşanî me dan.
Penaberên Kurd ên li navendê dimînin ji me re gotin ku gelek kes ev çar meh in li wir hatine bicîhkirin. Ji ber ku ew hîn ne hatine qeydkirin, heta niha wan tu drav ji bo pêdiviyên xwe wernegirtine. Ev rewş bi taybetî ji bo malbatên xwedî zarok dijwar e.
Herweha ev pirsgirêk û dijwarî ji me re hatin ragihandin:
Nayê qebûlkirin ku mirov werin neçarkirin di derdoreke bê taybetmendî, bê ewlekarî û bê parastin de bijîn. Erk û berpirsiyariya dewleta Alman û Senata Berlînê ye ku bilez çareseriyekê bibînin. A ku em daxwaz dikin siyaseteke ji bo mirovan, ne li dijî wan.
Divê rewşa taybet a penaberên Kurd ku bi tirkî an erebî diaxivin, li ber çavan bê derbaskirin. Pirsgirêkên kurdên ji welatên cuda yên ku jê hatine û Nijadperestiya Dij-Kurd a domdar ji aliyê xelkê van welatan, her tim ji bo mirovên Kurd amade ye. Lê belê, li vir ev alî nayê dîtin û ev mijara girîng tê paşguhkirin.
Di vê rewşê de, nehesibandina nasnameya Kurd bi navê bêalîbûnê, bûye sedem ku mirov rastî tundiyê bên, bên dîskrîmînekirin û ji ber nasnameya xwe ya Kurdî li Almanyayê ew nikarin têra xwe bên parastin.
Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê – Yekmal e.V.
6ê Berfanbara 2023an