08 Çileya Pêşîn 2023 | Berlîn

Hevdîtina Yekmalê bi endama Encumena Navçeya Neuköllnê re

Di 8ê Berfanbara 2023an de, li Şaredariya Navçeya Neuköllnê civînek di navbera Ofîsa Qeydê ya Neuköllnê û beşa Alîkariya Perwerdeyî ya Seyar a Yekmalê û endama Encumena Navçeya Neuköllnê ji bo karûbarên ciwanan Sarah Nagel de, pêk hat.

Di civînê de Cornelia Rasulis cîgira rêvebera Yekmalê, Taylan Polat rêveberê beşa Alîkarîya Perwerdeyî ya Seyar ê Yekmalê, Merih Ergün rêveberê Ofîsa Qeydê ya Neuköllnê û beşa Dijî-dîskrîmînasyonê ya Yekmalê, ligel Xanim Nagel û hevkarê wê Tim Marzahn, amade bûn.

Di hevdîtinê de behsa xalên curbicur hatin kirin, bi taybetî çawaniya berfirehkirina hevkariyên Bezirkê û Yekmalê di pêşerojê de. Wan li hev kirin ku di sala 2024an de, Ofîsa Qeydê ya Neuköllnê û endama Encumena Navçeyê çalakiyek hevpar organîze bikin da ku vebijarkên qeydkirina bûyerên dîskrîmînasyonê li navçeyê bêtir werin ragihandin.

Herweha pilan heye ku hevkariyên din di navbera ev endama Encumena Navçeyê û Yekmalê de hebe di qadên alîkariya ciwanan, angebotên ji bo malbatên kurdîaxêv û tekoşîna li dijî Dîskrîmînasyonê.

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR