Di 20ê Berfanbara 2023-an de, li Bremenê çalakiyeke agahîdanê li ser îmkanên xwendekaran piştî qedandina dibistana asta navîn hat lidarxistin.
Mamostaya xwedî ezmûn Nora Peters bal kişand ser mijarên EbbR, MSA û MSAGyO. Armanca çalakiyê pêşkêşkirina agahiyan ji dêûbav, xwendekar û kesên têkildar re bû bi taybet xwendekarên ku nû koçberî Almanyayê bûne. Kesên beşdar karîbûn bi Kurdî, Tirkî, Erebî û Îngilîzî pirsên xwe bikin.
Ev çalakî ji aliyê komeleya me Yekîtiya Malbatên ji Kürdistanê li Almanyayê – Yekmal e.V. bi hevkariya KEBiK’ê ji bo şefafkirina derfetên perwerdehiyê pêk hat.