Di 15ê Gulana 2024an de li Baxçeya me ya zarokan a Pîyayê li Kreuzbergê Roja Zimanê Kurdî hat pîrozkirin. Îsal koma Alav AG ji me re şahiyek mezin li dar xist. Alav AG ku ji dêûbavên dilsoz û pisporên perwerdehiyê pêk tê, ji bo pêşxistina materyalên perwerdehiya bi zimanê Kurdî û nirxandina karanîna wan li Baxçeyên Zarokan, hatiye avakirin.
Bername bi şanoya bi heybet a bi navê “Şengê û Pengê” dest pê kir, ku ji aliyê zarokan bi xwe ve bi zimanê Kurdî – bêyî hevkariya mezinan hat lîstin. Dîtina zarokên xwe ew qas xwebawer û tijî şahî li ser dikê, serpêhatiyek balkêş bû ji bo dayik û bavan.
Di heman demê de dayik û bavan pirtûkên Kurdî ji zarokan re xwendin û lîstika Şetrencê pêşkêşî wan kirin.
Di şahiyeke Kurdî de bê şik muzîk û govend heye. Di dawiya rojê de dayik û bavan amûrên muzîkê yên Kurdî wek def û tembûr lêxistin, dê û bav û zarokên din jî govend gerandin.
Baxçeya me ji aliyê dayik û bavan ve hatiye avakirin û rêbaza me ya ”Early Excellence” destnîşan dike ku dêûbav ji bo zarokên xwe pispor in. Ji ber vê yekê beşdariya dayik û bavan li baxçeya me gelek girînge ji bo ku pisporî û jêhatîbûna xwe têxin nav xebata me û hîs bikin ku ew beşek in ji saziya me. Vê şahiyê derfet da dayik û bavan ku pisporiya dayik û bavan ezmûn bikin.