Mixabin, ji 1ê Adara 2025an pê ve, em dê nikaribin di barê rêkarên penaberiyê de li Berlînê şêwirmendiya qanûnî pêşkêş bikin. Em ji vê pêşhatê nîgeran in û ji we têgihiştinê dixwazin. Lê em hewl didin ji bo ku di pêşerojê de ev angebot dîsa berdewam be.
Di 23ê Çileya Pêşîn a 2024an de, ji aliyê Saziya Koçberî û Penaberiyê ya Federal (BAMF) bi E-Mailekê em hatin agahdarkirin ku ji 1ê Çileya Paşîn a 2025-an vir ve piştgiriya darayî ji bo Şêwirmendiya me ya Penabrî û Rêkarên wê (AVB) nema tê kirin. Tevî komeleya me, du navendên din ên şêwirmendiyê li Berlînê bandor bûn, ku ew jî endamên Paritätischer Wohlfahrtsverband Berlinê ne.
Em vê biryara BAMF'ê wekî biryareke ji keyfî ku nayê fêmkirin, dinirxînin. Bi taybet ji ber ku heta roja îro tu sedemeke berbiçav ji bo vê biryarê nehatiye diyarkirin. Mixabin, şêwirdariya qanûna penaberiyê li Almanyayê bi tevahî di metirsiyê de ye. Tirsa pisporam heye ku piştgiriya darayî ya ji aliyê BAMF’ê ve, ji havîna 2025an pê ve bi tevahî were sekinandin.
Di dema borî de, Yekmalê di çarçoveya vê Şêwirmendiya Penaberiyê de her roj alîkariya şêwirê daye 8-10 kesan. Mixabin, em nikarin bêyî piştgiriya darayî ya Hikûmeta Federal vê yekê berdewam bikin.
Lêbelê ji ber ku ev Şêwirmendî ji bo civaka me gelek giring e, em bi giranî li fonê digerin û dê di vê navberê de "şêwira acîl" biparêzin. Ji bo vê yekê tikaye bi me re bikevin têkiliyê. Ger hûn bi me re têkilî daynin, em ê wekî her gav ji we re çareseriyekê bibînin.
Pêwendî
Tel.: 030 616 25 848
Mobil: 0157 348 79 140
WhatsApp: 0157 348 79 140
E-Mail: beratung@yekmal.de
Cih: Karl-Marx-Straße 172, 12043 Berlin-Neukölln