Hûn dixwazin Kurmancî hîn bibin? wê demê serdana kursa Kurmancî ya ji bo asta destpêkê bikin ku ji aliyê Akademiya Yekmalê li Berlînê tê birêvebirin.
Ev kurs ji bo wan kesan e ku Kurdiya kurmancî nizanin, dixwazin fêrî axaftin û nivîsandinê bibin. Naverok û asta kursê di çarçoveya A1ê de ye. Kurs rojên sêşeman pêk tê û nêzî 4 mehan berdewam dike. Piştî bidawîbûnê, beşdar ji aliyê Akademiya Yekmalê ve sertîfîkayê werdigirin.
Bihayê beşdarbûnê 50 Euro ye û ji bo fotokopî û lêçûnên buroyê tê bikaranîn. Ji xwendekaran tenê 25 Euro tê wergirtin. Ev mîqdar ne mehane ye, ji bo tevahiya kursê ye. Ji bo qeydkirina kursê, tikaye pereyê jorîn ji vê hejmara bankê re bişînin:
Yekmal Akademie gGmbH
Bank für Sozialwirtschaft AG
IBAN: DE19 3702 0500 0020 1683 21
BIC: BFSWDE33BER
Mamosta: Bariş Seyitvan
Destpêk: 25.02.2025
Dawî: 03.06.2025
Demjimêr: 18:00 - 20:00
Cih: Navenda Malbatan a Rengînê, Waldemarstr. 57, 10997 Berlin
Qeyd: https://forms.gle/3pDJ3XXz96jBAQp38
Em bi hêviya beşdariya we ne!
Pêwendî: Navenda Malbatan a Rengînê û Akademiya Yekmalê
E-Mail: kurdischkurse@yekmal-akademie.de
Tel.: 030 616 25 848