29 Çileya Paşîn 2025 | Bremen | Kursa Muzîkê

Kursa Sazê ji bo zarok û ciwanan

Şaxa Yekmalê ya Bremenê sala nû bi angeboteke muzîkê ya taybet dest pê dike. Em zarok û ciwanên 8 heta 14 salî vedixwînin ku bi rêya Sazê bikevin cîhana muzîkê. Kurs bi pêşengiya mamostayên mûzîkê yên xwedî ezmûn Yekbûn Sincar û Kenan Bilici pêk tê.

Armanca kursa amûra Sazê ewe ku zarok û ciwanan fêrî lêxistina Sazê bike. Kursa me derfetê dide beşdaran ku bi giranî bi vê amûrê re mijûl bibin û hunerên muzîkê pêş bixin. Di kursê de, beşdar dê stranên bi zimanên cuda fêr bibin da ku hişmendiya xwe ya li ser çand, ziman û kevneşopiyên cuda zêde bikin. Ev xebata navçandî ji bo xurtkirina tolerans, agahiya çandî û têgihîştina gelan e. Armanceke din a navendî ya projeyê xurtkirina xwebawerî û nasnameya çandî ya zarok û ciwanan e.

Her hefte li Vision Culture kurs pêk tê ku tê de beşdar fêrî teknîkên bingehîn ên lêxistina Sazê dibin. Bi piştgiriya rêveberiya pedagojîk, ders bi berhevdana çavdêriya kesane û perwerdehiya komê têne dayîn. Rêbazên hînkirinê yên guncav û înteraktîv ji bo teşwîqkirina beşdaran tên bi kar anîn da ku fêrkirin bibe ezmûnek erênî.

Konsera dawîhatina kursê

Beşek giring a projeyê lidarxistina konsereke vekirî ye di dawiya kursê de ku tê de beşdar jêhatîbûnên xwe yên muzîkê ku fêr bûne pêşkêş dikin.

Hevkariya bi dibistan û navendên çandê re

Proje ji nêz ve bi dibistanek navîn re dixebite.

Pêşveçûn û serkeftinên projeyê bi rapor û pêşkêşiyên birêkûpêk têne belgekirin. Beşek giring a projeyê jî xebata bi dêûbavan re ye. Li vir armanc ew e ku hevkariya bi dêûbavan re bi rêya têkiliyên navçandî û beşdariya civakî bi pêş bixe.

Kengî?

Her Çarşem, 16:00 – 18:00

Hejmara beşdaran sînordarkirî ye. Ji ber vê yekê tikaye zû xwe qeyd bikin!

Em bi hêviya dîtina we ne!

Ji bo Qeydê:

E-Mail: buro-bremen@yekmal.de
Tel.: 0421 499 38003
Mobil: 0178 660 8852

Li ku?

QBZ Morgenland, Morgenlandstraße 43, 28237 Bremen

Piştgirên darayî

Kultur macht Stark und dem Bundesministerium für Bildung und Forschung

Hevparên me

Kultur vor Ort e.V. û Visionskultur

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR