Ji destpêka salê ve, şaxa Bremenê ya Yekmalê yek ji hevbeşên projeya E-DIT Plus'ê ye ku ji aliyê Tora Rêxistinên Koçberan a ji bo Perwerde û Beşdarbûnê (bbt) ve tê bicîhanîn. Ev proje beşeke ji bernameya "Demokratie leben!" li Almanyayê ku ji aliyê Wezareta Federal a Karûbarên Malbatê, Kalûpîran, Jin û Ciwanan (BMFSFJ) û Weqfa Abriporta ve piştgiriya darayî tê kirin.
Ev proje ji Çileya 2025an heta Kanûna 2028an berdewam dike. Armanca sereke ya projeyê ewe; Dêûbav di karê dêûbavtiyê de werin xurtkirin, di heman demê de ji bo ku bi awayekî çalak beşdarî dibistanan û civakê bibin werin teşwîqkirin.
Xebatên projeya E-DIT Plus:
Bi vê projeyê, em dixwazin cihên wisa çê bikin ku dêûbav bikarin xwerêxistin bikin, xwe bihêz bikin û dengê xwe bilind bikin - hem ji bo xwe, hem ji bo zarokên xwe û civaka xwe.