Di 23yê Sibata 2025an de hilbijartina Parlamentoya Almanyayê tê lidarxistin. Her kesê ku di vê hilbijartinê de dengê xwe bide, şansê wê/wî heye ku bi dengê xwe demokratiyê xurt bike. Li Almanyayê niha Demokratî di metirsiyê de ye. Em weke Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê - Yekmal bang li hemû mirovan dikin ku beşdarî demokratiyê bibin.
Helwêstên rastgirên tundrew di nav civakê de belav dibin û nirxên bingehîn ên demokratîk dixin bin pirsan. Krîzên berdewam dibin sedem ku di nav mirovan de nezelalî û nedilnyayî çê bibe. Partiyên populîst û nijadperest vê rewşê bikar tînin da ku di navbera komên marjînal ên civakê û qaşo "civaka piraniyê" de girêbendekê daynin û wan ji hev veqetînin.
Li Almanyayê 23,5 milyon mirovên xwedî paşxana koçberiyê dijîn. Ew çaryeka civaka Almanyayê pêk tînin. Gelek kes xwedî hemwelatîbûna Alman in û îmkana wan a dengdanê heye. Lê her kes nikare deng bide. Dîsa jî hemû gel dikarin beşdarî pêvajoya demokratiyê bibin û dengê xwe ji bo azadî û demokratiyê bilind bikin.
Giring e ku em di van deman de bi hev re rawestin û bi hev re pêşeroja xwe ava bikin. Em hemû parçeyekî giring ê vê civakê ne. Em ji we daxwaz dikin ku hûn derfetên xwe ji bo beşdarbûn û piştgiriya demokratiyê bikar bînin.
Demokratiyê bikin pîvana dengdanê. Mafê azadiya kombûnê bikar bînin. Beşdarî xwepêşandanan bibin. Li ser vê mijarê bi malbat û xizmên xwe re biaxivin.
Dengê te - pêşeroja te ye!