Şêwirmendiya Navçandî ji bo Jinên Ducan a Yekmalê piştgiriyê dide jin û malbatan li ser mijarên têkildarî ducanî, jidayikbûn û jiyana malbatî.
Em li ser van mijaran agahî û şêwir didin we:
• Ducanî û jidayikbûn
• Dêûbavbûn û jiyana bi pitik/zarokê biçûk re
• Şêwirmendî ji bo dêûbavên bendewar ên astengdar
• Alîkariya civakî, darayî û pêşwext ji bo dayik, bav û malbatê
• Feydeyên qanûnî, piştgirî di serîlêdan û bicihanîna daxwazên qanûnî de
• Plana malbatê, hevparî, sêks û pêşîgirtin li ducanbûnê
• Xwesteka ducanbûn û hebûna zarok
• Adoption, lênêrîn û xwebawerî di pêvajoya jidayikbûnê de
• Kurtaj
• Piştgiriya piştî kurtajê an jî piştî windakirina zarokekî
Ev şêwirmendî li yek ji odeyên Navenda Malbatan a Rengînê li Berlînê pêk tê. Ev yek derfet çê dike ku em bi angebotên Navenda Malbatan a Rengînê yên ji bo dayik û zarokan re hevkariyê bikin û em bigihîjin tora berfireh a heyî.
Şêwirmendiya me bi zimanên Almanî, Kurdî, Îngilîzî, Tirkî, Erebî û Farsî pêk tê.
Demên şêwirmendiyê
Duşem heta înê: 09:00 – 15:00
Çarşem: 09:00 – 12:00
Ji bo hevdîtinê, randevu pêwîst e ku bi rêya telefon an E-Mailê tê çêkirin.
Pêwendî
E-Mail: schwangerenberatung@yekmal.de
Tel.: 0163 5863137
Cih: Navenda Malbatan a Rengînê/ Waldemarstr. 57, 10997 Berlin
Piştgiriya darayî