05 Sibat 2025 | Berlîn | Şêwirmendî

Şêwirmendiya Navçandî ji bo Jinên Ducan

Şêwirmendiya Navçandî ji bo Jinên Ducan ya Yekmalê agahiyên berfireh li ser mijarên têkildarî ducaniyê, jidayikbûnê, lênihêrîna tendirustî, xwarin, çarçoveyên qanûnî û vebijarkên piştgiriyê ji bo rewşên ducaniyê pêşkêş dike.

Em wek şêwirmend piştgiriya jin û malbatan dikin û şêwir didin wan li ser van mijaran:

•    Ducanî û jidayikbûn
•    Dêûbavbûn û jiyana bi pitik/zarokê biçûk re
•    Şêwirmendî ji bo dêûbavên bendewar ên astengdar
•    Alîkariya civakî, darayî û pêşwext ji bo dayik, bav û malbatê
•    Feydeyên qanûnî, piştgirî di serîlêdan û bicihanîna daxwazên qanûnî de
•    Plana malbatê, hevparî, sêks û pêşîgirtin li ducanbûnê
•    Xwesteka ducanbûn û hebûna zarok
•    Adoption, lênêrîn û xwebawerî di pêvajoya jidayikbûnê de
•    Kurtaj
•    Piştgiriya piştî kurtajê an jî piştî windakirina zarokekî

Ev şêwirmendî li yek ji odeyên Navenda Malbatan a Rengînê li Berlînê pêk tê. Ev yek derfet çê dike ku em bi angebotên Navenda Malbatan a Rengînê yên ji bo dayik û zarokan re hevkariyê bikin û em bigihîjin tora berfireh a heyî. Ji bilî workşopên cihêreng ên ji bo dêûbavan, em dê di demek nêzîk de kursek li ser rewşa piştî jidayikbûnê, ji bo dayikên bendewar li dar bixin.

Şêwirmendiya me bi zimanên Almanî, Kurdî, Îngilîzî, Tirkî, Erebî û Farsî pêk tê.

Demên şêwirmendiyê

Duşem: 10:00 – 16:00
Çarşem: 09:00 – 12:00
Bi randevu, roja Sêşemê û Înê jî dibe.

Randevu bi telefon an E-Mailê tê çêkirin.

Pêwendî

E-Mail: schwangerenberatung@yekmal.de
Tel.: 0163 5863137
Cih: Navenda Malbatan a Rengînê/ Waldemarstr. 57, 10997 Berlin

Piştgiriya darayî

My alt text

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR