24 Sibat 2025 | Bad Kreuznach

Projeya Huner û Terapiyê li Bad Kreuznach'ê dest pê kir

Şaxa me ya li eyaleta Rheinland-Pfalz‘ê di Çileya Paşîn a 2025an de li Navçeya Bad Kreuznachê dest bi projeyek nû ya Huner û Tarapiyê kir. Proje rastî coş û eleqeyeke mezin hat û ji 14 netewe û çandên cuda 40 xwendekarên 8 - 18 salî beşdar bûn.

Li gor rêvebera projeya me Leyla Kara, beriya niha ji bo zarok û ciwanên eleqedar lîsteyek bendewariyê hatiye amadekirin. Di heman demê de beşdar hene ku ji bo beşdarbûn di vê projeyê de her hefte ji bajarên dûrtir ên Rheinland-Pfalz‘ê tevlî dibin.

Em ji zarok û ciwanên xwe yên ku di projeyê de cih digrin, hêviya ezmûnek zanînê ya mezin, pêşkeftinek berbiçav a jêhatîbûna kesane dixwazin. Em bi hêviya encamên mezin in.

Proje dê heya dawiya Çileya Pêşîn a 2025an her hefte birêve biçe. Em spasiya tîma hêja ya projeyê hevkarên xwe Kirsten, Annette û Leyla dikin ji bo keda wan.

Em spasiya hemû dibistan, xebatkarên civakî yên dibistanê, saziyên civakî û saziyên perwerdehiya taybet ên li Bad Kreuznachê û bajarên derdorê dikin ku xwendekarên xwe tevlî projeya me dikin.

Herweha em spasiya Komeleya Federal a Perwerdehiya Çandî ya Zarok û Ciwanan dikin ji bo piştgiriya wan a berdewam.
 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR