Roja 7ê Sibata 2025an zarokên jêhatî yên ku beşdarî projeya me ya muzîka zarokan bûne, di konsera fînalê de hunera ku hîn bûne dan pêşkêşkirin.
Ev proje ku du mehan berdewam bû, ji aliyê Saziya Karûbarên Ciwanan a Bajarê Essenê ve hat piştgirîkirin û ji aliyê herdu mamostayên muzîkê Mizgîn Polat Ölçer û Ferhad Emen ve hat birêvebirin.
Zarokan bi coş û dilekî mezin stran û muzîka Kurdî pêşkêş kirin û hunera ku di projeyê de hîn bûne nîşan dan. Şevek tijî şahî, muzîk û kêliyên ku nayên jibîrkirin bû.
Em spasiya mamostayên xwe yên mûzîkê Mizgîn Polat Ölçer û Ferhad Emen dikin ji bo xebata wan a bi coş û ji dil. Spasiyeke mezin jî ji bo zarokên delal ên ku bi coş û dilekî mezin beşdarî projeya me ya muzîka zarokan bûn.
Hûn dikarin li ser kenala me ya Youtubê performansa zarokên beşdar bibînin: