Hefteyek beriya hilbijartina Parlamentoya Almanyayê ya Federal, me li Kafêya Dêûbavan behsa hilbijartinên pêşwext kir. Piştî axaftinek kurt li ser aliyên giring ên hilbijartinê, em li ser pirsên sereke yên dêûbavên beşdar axivîn. Çima dengdan giring e? Nêrînên li ser koçberan di hilbijartinê de çi rolê dilîzin? Cudahiya dengê yekem û duyemîn çi ye?
Bi alîkariya platformên cihêreng ên serhêl, wek Wahl-O-Mat an Real-O-Mat, me vebijarkên ku dikarin di pêvajoya biryargirtinê de bibin alîkar destnîşan kirin. Kîjan partî ji bo min bijareya rast e? Ev pirs serê sibê bû mijara hevpar. Hin beşdaran berê biryara xwe zelal kiribû û yên din hîn jî pir nebawer bûn ku roja Yekşemê dengê xwe bidin kîjan partî û berbijêran.
Tiştê ku zelal bû ew bû, mafê her kes tune ye deng bide. Sêyeka beşdarên vê civatê, tevî ku demeke dirêje li vir dijîn, xwedî mafê dengdanê nînin. Xweşbextane di demokrasiyê de derfetên din hene ku meriv di qada siyasî de beşdar bibin. Bêyî mafê dengdanê jî hûn dikarin bi siyasetmedarên herêmî re biaxivin an jî beşdarî xwepêşandanan bibin. Lê belê di hilbijartinê de gelek perspektîv nayên dîtin. Komeleya me Yekmal an jî înîsiyatîvên wekî Polyphon Berlinê ji bo nîşandana perspektîvên civaka koçberan dibin alîkar.