07 Adar 2025 | Nêrîn

8ê Adarê - Roja Navneteweyî ya Têkoşîna Jinan

Ji sala 1911’an vir ve jin 8’ê Adarê wek Roja Navneteweyî ya Jinan pîroz dikin. Ev roj balê dikşîne ser hişyarkirina li ser mafên jinan û wekheviya zayendî li seranserê cîhanê. Di vê rojê de destkeftiyên tevgera mafên jinan ên heta niha tên pîrozkirin, di heman demê de bal tê kişandin ser newekheviyên heyî. Ji ber ku hîn jî jin li seranserê cîhanê ji gelek mafan tên bêparkirin.

Jin û keç bi gelemperî zêdetir dikevin bin bandora xizanî, birçîbûn û lênihêrîna tendirustiyê ya ne têr. Derfetên wan ên perwerdehiyê û beşdariya siyasî kêm in. Jin hê jî gelek caran dibin qurbaniya gelek şêweyên tundiyê. Herweha li welatên ku jin li gorî qanûnê xwedî mafên wekhev in, ew pir caran di jiyana kar de mexdur dibin; cudahiya mûçeyê li ser bingeha zayendî heta niha jî li cîhanê - di nav de Almanya jî berdewam dike. Li Almanyayê hîn jî nûnertiyek wekhev di parlementoyê de tune ye.

Veguherîna civakî ber bi rastê ve bûye gef li ser mekanên civaka sivîl ên femînîst û destkeftiyên femînîst. Rastgirên rêxistinkirî bi awayekî sîstematîk nijadperestiyê bi antî-femînîzmê re girê didin û weke pêkhateyeke bingehîn a baweriyên xwe di nava xwe de dihewînin û li dijî mafên wekhev, tevlîbûn û naskirina cihêrengiyê li Almanyayê di hewldanê de ne.

Em di vê rojê de pîrozbahî li wan jinan dikin ku her roj ji bo mafên wekhev û xweseriya jin û keçan - di qada siyaset, perwerdehî, zanist, medya û civaka sivîl de bêwestan xebat dikin.

Em jî bi xebata xwe ji bo Dadperweriya Înterseksiyonal têdikoşîn û li dijî hemu şêweyên Cudakariyê disekinin. Em qadên parastin û wêrekiyê ava dikin da ku em tê de bi hev re xurt bibin, mezin bibin û pêş bikevin.

Werin em bi hev re vê rojê pîroz bikin û têkoşîna ji bo wekhevî û mafên jinan bidomînin!

Jin Jiyan Azadî

Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê (Yekmal)

07. Adar 2025

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR