Cejna Newrozê ya kurdan bi me re li Bremenê pîroz bikin!
Em di çarçoveya Rojên Çanda Kurdî de û bi boneya cejna Newrozê şahiyek taybet ji bo malbat û zarokan lidar dixin. Em dê bi stranên Newrozê û xwendina çîrokên Newrozê ji bo biçûkan vê roja taybet rengîntir bikin.
Hûn dikarin xwarinê bi xwe re bînin û bi hev re şahiyek xweş pêk bînin.
Roj: 19ê Adarê 2025
Dem: 17:00 - 19:00
Cîh: QBZ Morgenland
Morgenlandstraße 43, 28237 Bremen