Tiştekî te heye ku bibêjî? Ma tu dixwazî raman, hest û serpêhatiyên te werin bihîstin û dîtin? Wê demê projeya me ya nû "TU TÊ DÎTIN" ji bo te ye!
Bi ciwanên din re, tu di Workşopa Şanoya Forumê de dê rêyên nû kifş bikî û bi awayê lîstikî, wêrekî û afirînerî xwe îfade bikî. Zexta pêkanînan tune ye, ne nirxandin û ne zanîna berê şert e. Tiştê girîng TU bi xwe yî. Workşopa Şanoya Forumê projeyeke afirîner a komeleya me Yekmal û Navenda Ciwanan a Wutzkyallee ye.
» Şanoya Forumê çi ye?
Şanoya Forumê şêwazek taybet a şanoya înteraktîv e ku li ser çîrok, raman û dijwariyên we disekine. Hûn bi hev re dîmenên biçûk ji pirsgirêkên ku hûn derdixin ser dikê pêşdixin û bi hev re çareseriyan dibînin. Li vir, şano dibe cîhek ezmûnî ji bo danûstandin, hêzdarkirin û guhertinê!
Destpêka projeyê:
21ê Gulana 2025an — Roja hevnaskirinê!
Tîmê û beşdarên din nas bike, tama cîhana şanoyê bistîne û fêr bibe ku TU çawa dikarî xuya bibî!
Demên Workşopê:
Hemû çarşeman
Demjimêr: 16:30 – 18:30
Cîh: Navenda Ciwanan a Wutzkyallee (Jugendzentrum Wutzkyallee)
Wutzkyallee 88, 12353 Berlin
Kî dikare beşdar be?
Hemû ciwanên ji 13 salî — Ne girîng e xwedî ezmûna şanoyê bin an na!
Beşdarbûn: Bêpere ye
» Çima beşdar bibim?
Serî lê bidin, werin û kifş bikin ka hûn dikarin çi bikin.
Em li hêviya dîtina we ne!