25 Nîsan 2025 | Berlîn | Çalakî

Rojên Wêje û Sînemaya Kurdî

Em bi kêfxweşî we vedixwînin Rojên Wêje û Sînemaya Kurdî li Berlînê! Di atolyeyên wêjeyê de, sê romanên kurdî ku jiyana Kurdan a Berlînê nîşan didin wê bên gotûbêjkirin. Ji bo her atolyeya wêjeyê bi nivîskar, axêver û beşdaran re rûniştina pirs û bersivê bi moderatorî wê bê lidarxistin.

Di atolyeyên sînemayê de jî wê fîlmên sê derhênerên Kurd ên ku li Almanyayê dijîn bên nîşandan. Piştî ku derhêner, axêver û beşdaran bi hev re fîlm temaşe kirin, li ser fîlm bi moderatorî rûniştina pirs û bersivê wê were lidarxistin.

Armanca sereke ya vê bernameya wêje û sînemayê ew e ku nêrîneke nû ya jiyana civaka Kurd a li Almanyayê, bi taybetî jî li Berlînê, derxîne holê û têgihîştina çawaniya têkiliyên Kurdan bi civaka Almanan û neteweyên din re pêş bixe.

Zimanê atolyeyan kurdî (kurmancî) ye. Ji bo atolyeyên sînemayê wê wergêrek bo almanî/îngilîzî-kurdî hebe.

Dem: 07. April - 16. Juni 2025
Cîh: Navenda Malbatan a Rengînê
Waldemarstr. 57, 10997 Berlin
E-Mail: info@yekmal-akademie.de
Tel.: 030 81797365

Kordînasyon: Dawid Yeşîlmen, Hemza Altûn û Sîdar Bayram Orhan

Em bi kêfxweşî bernameya xwe bi we re parve dikin:

My alt text

 

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR