Îsal jî gelek malbat bûn mêvanên me û şahiya Newrozê ya zarok û malbatan a salane bi me re pîroz kirin. Bernameyeke têr û tijî ku ji aliyê herdu Zaroxaneyên Kreuzberg û Weddingê û Navenda Malbatan a Rengînê ve hatibû amadekirin, li benda zarok û malbatên wan bû.
Şahî bi performansên zarokan li salona pir-armanc a Adalbertstraße dest pê kir. Vîdeoyeke Newrozê ya Zaroxaneyên Kreuzbergê, performanseke koroyê ya Zaroxaneya Weddingê, konsereke biçûk a koma Tembûrê ya zarokan û performansên dansê yên zarokên Dibistana Şemiyê hatin pêşkêşkirin.
Piştî performansên zarokan, malbatan li Civiliparkê şahiya xwe domandin û di bin tava biharê de bi bufeyeke xweş, stand, pêşangeh, çalakiyên afirîner û civatên xwe kêfxweş bûn. Helbet pêxistina agirê Newrozê û govenda li dor wê, yek ji girîngtirîn çalakiya şahiyê bû. Em spasiya hemû kes, hevpar û hevkarên xwe dikin ku bi alîkariya wan me rojeke serketî derbas kir.