Di 19ê Adara 2025an de şaxa Yekmalê ya Bremenê cejna Newrozê û sersala Kurdî bi zarok û malbatan re pîroz kir. Şahiyek rengîn hat lidarxistin ku bi stranên gelêrî û xwendina çîrokan ji bo zarokan dagirtî bû. Ji her tiştî girîngtir jî kêfxweşiya beşdaran û hevdîtina wan bû.
Spasiyek mezin ji bo hemû beşdaran ku bi ken û xwarinên xwe şahiya Newrozê ewqas taybet kirin!
Beşdarbûna di Pêşwaziya Newrozê ya Parlamentoya Bremenê de
Di 21ê Adara 2025an de, em wek komeleya Yekmalê bikêfxweşî beşdarî Pêşwaziya cejna Newrozê bûn ku bi fermî ji aliyê Parlamentoya Bremenê hatibû lidarxistin. Em spasiya her çar parlamenterên Kurd Cindi Tuncel, Sahhanim Görgü-Philipp, Hetav Tek û Muhlis Kocaaga dikin ji bo vexwendina me.
Êvarek xweş bû, tijî axaftinên îlhambexş, hevdîtinên hêja û pîrozkirina hevpar a çanda me. Newroz sembola azadî, hêvî û hevgirtinê ye. Ev jî wê êvarê li Parlamentoya Bremenê bi awayekî zelal hat hestkirin!