Di 7'ê Nîsana 2025'an de, çalakiya me ya yekem a wêjeyî di çarçoveya bernameya "Dêngên Kurdî li Berlînê" de li Navenda Malbatan Rengînê pêk hat. Di navendê de romana "Qiseyên Xerîbiyê" ya nivîskar Şener Ozmen hebû. Ji ber ku ew niha li Amerîkayê dimîne, bi rêya Zoomê tevlî çalakiyê bû û bi awayekî zindî bersiv da pirsên beşdaran. Gotûbêj ji aliyê Dawid Yeşîlmen ve hate birêvebirin.
Axaftinên balkêş û germ li ser gelek mijaran derketin holê; girîngiya wêje û zimanê kurdî, serpêhatiyên cihêkarî û nijadperestiyê, koçberî, jiyana li diysporayê û lêgerîna nasnameyê. Herweha me rewşa hunera dîtbarî ya di nava civaka Kurdan de û şêwaza vegotinê ya taybet a Şener Ozmen nîqaş kir.
Çalakî bi kurdiya kurmancî hat lidarxistin. Germahî û atmosfera vekirî êvar veguherande festîvaleke biçûk a wêjeyê û kir serpêhatiyeke taybet ji bo hemû beşdaran.
Gelek spas ji bo nivîskar Şener Ozmen ji bo beşdarbûna wî û nêrînên wî yên balkêş, ji bo moderator Dawid Yeşilmen, organîzatorê çalakiyên me yên wêjeyê Hemza Altûn, Sîdar Bayram Orhan ji bo piştgiriya wî– û helbet ji bo hemû beşdarên ku bi beşdariya xwe ev çalakî dewlemendtir kirin.
Nîşe: Bernameya me berdewam dike - her du hefte carekê, duşema yekem û sêyemîn a mehê saet 18:00an li Navenda Malbatan a Rengînê.
Em li hêviyê ne ku we di çalakiyên din de bibînin!