Roja Şemiyê 26ê Nîsana 2025an, me di çarçoveya Rojên Çanda Kurdî de çalakiyek taybet pêk anî. Herdu nivîskaran Claudia Ruhs û Sebra Xaltî çîrokên pênc jinên Êzidî vegotin. Di çîrokên wan de behsa welatê wan, revîna wan ji DAIŞê heta gihîştina wan a Almanyayê tê kirin.
Nivîskar Claudia Ruhs û Sebra Xaltî di pirtûka xwe ya bi navê Keçên Rojê (Töchter der Sonne) de dengê jinên Êzidî tînin cem hev ku li ser jiyan û çanda welatê xwe, êrîşa DAIŞê, revîna wan, têkoşîna wan a ji bo jiyanê û rewşa wan a penaberiyê li Almanyayê vedibêje.
Spas ji bo hemû beşdaran ku vê nîvroyê li Café NOON a Theatre Bremen bi me re bûn!