13 Gulan 2025 | Bielefeld

Yekmal Bielefeld di Roja Pêşxistina Bajar de

Yekmal Bielefeld di Roja Pêşxistina Bajar de

 

Roja Şemiyê 10ê Gulana 2025an, li Navenda Ciwanan a li navçeya Baumheide ya li ser Rabenplatzê, di çarçoveya Roja Pêşxistina Bajar a bajarê Bielefeldê de çalakiyek pêk hat.

Şaxa Yekmalê ya Bielefeldê bi maseyeke agahîdanê û standeke xwarinê beşdar bû. Hin jinên ji kursa MiA-yê bi pêşkêşkirina penîrê teze pijandî, borek û nanê sêlê mêvanên çalakiyê kêfxweş kirin. Koma Ezmîr û Cemal jî bi Defa xwe atmosferek pir xweş afirandin.

Li ser maseya me ya agahîdanê, me bi Kendal Yakut ji koma encumena SPD'ê û Ingo Nürnberger alîkarê şaredar û rêveberê Karûbarên Civakî û Întegrasyonê ya bajarê Bielefeldê re gotûbêjek xweş kir.

Çalakî gelek baş bû - biçûk û mezin kêfxweş bûn!

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR