Keçikek ciwan a Kurd li Kurdistanê cil û bergên neteweyî li xwe kiriye û meşaleya Newrozê bilind kiriye. / Wêne ji: Salar Arkan
Nivîsa: Shaswar Mame
Bi hatina biharê re xweza xwe nû dike, pelên dar û kulîlkan şîn dibin û jiyaneke nû dest pê dikin. Navê vê pêvajoyê Newroz e. Kurd ku pir nêzî xwezayê ne, vejîna xwezayê weke vejîna xwe dibînin.
Her sal di 20 û 21ê Adarê de gelê Kurd li Kurdistanê û cîhanê cejna Newrozê pîroz dike. Newroz an jî Roja Nû hem sersala Kurdî ye û hem jî destpêka demsala biharê ye û vejîna xwezayê ye.
Êvara 20ê Adarê li gund û bajaran, li kuçe û parkên Kurdistanê mirov bi cilên xwe yên gelêrî li dora agirekî mezin kom dibin. Meşaleyên agir pêdixin û bi hev re govendê dikin. Bi vî awayî pêşwaziya Newrozê dikin.
Agir û roj di çanda kurdan de pir pîroz in. Ji ber vê yekê gelek caran Kurdistan wek “welatê agir û rojê” tê binavkirin. Di pîrozbahiyên Newrozê de ev yek bi zelalî xuya dibe.
Di 21ê Adarê de li gelek bajaran mîtîngên mezin ên siyasî pêk tên. Di van mîtîngan de Kurd bi cil û bergên Kurdî beşdar dibin, agir pêdixin û bi hev re disitrin. Di heman demê de peyamên siyasî didin û rewşa xwe tînin ziman, îradeya xwe nîşan didin û daxwazên xwe yên neteweyî tînin ziman.
Newroz ji aliyê hin gelên din ve jî tê pîrozkirin. Lê Newroza Kurdan bi tevahî cuda ye. Hem şêwaza pîrozkirinê hem jî wateya wê cuda ye. Em Newrozê bi giringtirîn û mezintirîn cejnê bi nav dikin, ji ber ku ev cejn bi guhertinên xwezayî yên welatê me, çanda me, rewşa siyasî û pirsa gelê me ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê Kurd di hemû şert û mercan de Newrozê bi berfirehî pîroz dike.
Kurdistan ji mêj ve ye tîyê azadiyê ye. Welatekî pirreng û pirçandî ye. Em dikarin bibêjin ku cejna Newrozê vê pirrengiyê nîşan dide. Her sal di Newrozê de em bi hemû cudahiyên xwe tên cem hev û hêviya xwe ya azadî û rizgariya ji bindestiyê nû dikin û hêza yekîtî û xwedîderketina ji nasname û çanda xwe xurt dikin.
Newroz Pîroz be!