16 Gulan 2025 | Berlîn | Çalakî

Nîşandana fîlmê ''Azadiya biçûk'' û gotûbêj bi Yüksel Yavuz re

Di çarçoveya Rojên Wêje û Sînemaya Kurdî de, em bi kêfxweşî we vedixwînin temaşekirina filmê Kleine Freiheit/Azadiya Biçûk a derhêner Yüksel Yavuz.

Bername wê bi nîşandana fîlm dest pê bike. Piştî nîşandana fîlm, bi derhêner Yüksel Yavuz re li ser fîlmê Azadiya Biçûk û sinemaya Kurdî gotûbêjek wê bê lidarxistin. Derhêner dê bixwe beşdarî gotûbêjê bibe û pirsên we bibersivîne. Gotûbêj dê bi moderasyona Kurdî û bi wergera Kurdî-Almanî were birêvebirin.

Kleine Freiheit/Azadiya Biçûk çîroka pênaberên Kurd ên ku bi zorê ji welatê xwe yê şêrîn hatine derxistin û koçberî bajarê Hamburgê ya Almanyayê bûne pêşkeşî temaşevanan dike. Helbet li Hamburgê ji bilî Kurdan pênaberên ji welatên din jî hene. Ji ber vê yekê, fîlm hem qala serpêhatîyên pênaberên Kurd û hem jî qala serpêhatiyên pênaberên din dike. Mijarên mîna pênaberên Kurd li Hamburgê çawa dijîn, Kurd bi Alman û pênaberên din re tekiliyeke çawa ava dikin û Kurd çawa di bin bandora trawmayên kevn de dimînin, di fîlm de cî digirin.

Roj: 19ê Gulana 2025an
Dem: 18:00 - 21:00
Koordination: Dawid Yeşilmen
Berpirsyar: Sîdar Bayram Orhan
Moderator: Vedat Demirbaş
Wergêr: Sozdar Jafarzadeh


Cih: Navenda Malbatan a Rengînê
Waldemarstr. 57, 10997 Berlin
E-Mail: info@yekmal-akademie.de
Tel.: 030 81797365

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser