Di 14ê Gulana 2025an de, rêveberiya şaxa Essenê ya komeleya Yekmalê li ser vexwendina Gönül Eğlence, cîgirê serokê Koma keskan li Parlementoya Eyaleta Nordrhein-Westfalenê û berdevka ji bo Koçberî û Beşdariyê, tevlî çalakiyeke li Parlamentoya Eyaletê bû li ser pirsgirêkên heyî yên siyaseta întegrasyonê.
Bi taybetî di saleke siyasî ya wekî 2025an de, eşkere dibe întegrasyon û beşdarbûn ne mijarên marjînal in. Ew ji bo hevjiyana demokratîk û hevgirtina civakî navendî ne.
Komeleya me dê her tim ji bo perspektîvên realîst, hevpeymaniyên nû û dengeke bihêz a civaka sivîl bixebite!