Di 15ê Gulana 2025an de, komeleya Yekmalê li Navenda Malbatan a Rengînê li Berlînê bi hevkariya Curioso e.V. Roja Malbatê pîroz kir. Tîma me ya Şêwirmendiya Navçandî ya Jinên Ducan jî beşdarî çalakiyê bû.
Me nîvroyek xweş bi waflên teze, xwarin û vexwarinên sivik derbas kir. Bi hevkariya ligel komeleya Curioso e.V., ji bo zarokan gelek angebotên pratîkî hatin pêşkêşkirin ku tevger, kifşkirin û ceribandinê teşwîq kirin.
Di dawiya de, me bi dêûbavan re sohbetek xweş kir. Em li ser girîngiya Roja Malbatê ji bo wan û ka jiyana wan a malbatî li Almanyayê çawa derbas dibe, axivîn.