27 Gulan 2025 | Berlîn

Danûstandina çandî û pirrengiya afirîner li Neuköllnê

Danûstandina çandî û pirrengiya afirîner li Neuköllnê

Xala Têkiliyê ya dijî Tundî û Cudakariyê di meha Gulanê de jî bi du çalakiyan li navçeya Neuköllnê ya Berlînê çalak bû.

Di 15ê Gulanê de, li ser vexwendina Quartiersmanagements Sonnenallee/High-Deck em beşdarî "Erzählcafé Oster- und Frühlingszeit /Kafêya Çîrokbêjiyê ya Paskalya û Dema Biharê" bûn ku li Navenda Nachbarschaftszentrum hat lidarxistin. Xebatkarên me yên projeya Xala Têkiliyê li ser cejnên biharê yên Kurdan ên wekî Cejna sersala Kurdî Newroz û Cejna Çarşema Serê Nîsanê beşdarî nîqaşa zindî bûn. Kesên li wir amade bûn gelek xalên hevpar di çîrokên biharê yên ji çand û dînên cûda dîtin.

Di 16ê Gulanê de jî em li Navenda Zarok û Ciwanan a Lessinghöhe beşdarî çalakiyekê bûn. Bi hevkariya tîma me ya "Em bi hev re xurt in" zarokan dikaribû tiştên afirîner ên weke goreyên pirreng çê bikin. Ev helwestek e bi awayê lîstikî ji bo xurtkirina tolerans û civatek cihêreng li taxê. Zarokan ji fîgûr û motîvên rengîn kêf girtin.


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR