28 Gulan 2025 | Berlîn | Akademiya Yekmalê

Gotûbêj bi Yildiz Çakar re li ser romana “Hangar Fünf”ê

Gotûbêj bi Yildiz Çakar re li ser romana “Hangar Fünf”ê

 

Di 5'ê Gulana 2025'an de, çalakiya me ya duyem a wêjeyî di çarçoveya bernameyên "Dêngên Kurdî li Berlînê" de li Navenda Malbatan a Rengînê pêk hat. Romana "Hangar Fünf"ê ya nivîskar Yildiz Çakar rojeva gotûbêjê bû. Yildiz Çakar jî tevlî rûniştinê bû û bi awayekî zindî pirsên beşdaran bersivand. Gotûbêj bi zimanê Kurdî hat lidarxistin û ji aliyê Dilber Çiray ve hate birêvebirin. 

Di bernamê de axaftinên balkêş li ser gelek mijaran derketin holê. Mijarên mîna girîngiya wêje û zimanê Kurdî, peşketin, kêmasî û bêderfetiyên romana Kurdî, serpêhatiyên cudakarî û nijadperestiyê, koçberî, jiyana li diyasporayê û lêgerîna nasnameyê hatin axaftin. 

Atmosfera germ û jidil a bernameyê êvar veguherande şevbihêrkeke wêjeyê. Piştî bernameyê nivîskar û beşdaran hestên xwe yên kêfxweşiyê anîn ziman. Meriv dikare bibêje ku bername hem ji bo nivîskar hem jî ji bo hemû bêşdaran bû serpêhatiyeke ku nayê jibîrkirin.

Gelek spas ji bo nivîskar Yildiz Çakar ji bo beşdarbûna wê û nêrînên wê yên balkêş, ji bo moderator Dilber Çiray, ji bo kordînatorê “Dengên Kurdî li Berlînê” Dawid Yeşilmen, ji bo berpirsiyarê “Rojên Wêjeyê” Hemza Altûn, ji bo berpirsiyarê “Rojên sînemayê” Sîdar Bayram Orhan û helbet ji bo hemû beşdarên ku bi pirs û şiroveyên xwe ev çalakî dewlemend kirin.

Her du hefte carekê, duşema yekemîn û sêyemîn a mehê di navbera demjimêr 18:00 û 21:00’an de, li Navenda Malbatan a Rengînê, bernameyên me berdewam dikin.

Em hêvî dikin ku hûn bêşdarî çalakiyên me yên pêşerojê jî bibin!

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR