Di çarçoveya Rojên Çanda Kurdî de, komeleya me li Navenda Malbatan a Rengînê li Berlînê rêzeçalakiyek li ser hunera kevneşopî ya kurdan DEQ lidar xist. Du rojan beşdarên rêzeçalakiyê di atmosferek de ku bi afirînerî, agahî û hevgirtinê dagirtî bû, bi vê hunerê re eleqedar bûn.
Roja Înê, 16ê Gulana 2025an atolyeyek bi hunermend Elu re pêk hat ku beşdaran dikarîn çenteyên bi sembolên DEQên Kurdî çap bikin. Di çalakiyê de ne tenê aliyên sêwiranê hatin nîqaşkirin, lê di heman demê de danûstandinên li ser mîrata çandî û girêdanên kesane bi kevneşopiya DEQ re jî hat teşwîqkirin.
Piştî atolyeyê, hunermend Çiler Kiliç û Elu di pêşkêşiyekê de dîmenên xav ên taybet ji belgefîlma xwe "Dots of Dêrsim" nîşan dan. Herweha wan têgihiştinên kesane li ser rêwîtiya xwe ya ber bi Dêrsimê û hevdîtinên xwe bi mirovên ku îro jî vê hunera kevnar li ser laşê xwe çê dikin re, pêşkêş kirin.
Roja Şemiyê, 17ê Gulanê jî gelek kes hatin da ku li cem herdû hunermendan Elu û Jwan Deq çê bikin. Dahatên ku ji çêkirina van deqan hatin komkirin dê wek piştgirî werin bexşîn.
Em spasiya piştgir, hunermendan û her kesê ku beşdarî çalakiyan bûye dikin.