Festîvala Huner û Çanda Kurdî li Berlînê ku ji aliyê Navenda Mîttanî ya Çand û Hunerê hat organîzekirin, ji 6 heta 9ê Hezîrana 2025an li Berlînê pêk hat. Komeleya Yekmalê îsal hevkarê vê festîvala girîng a çandî bû.
Rêvebera Giştî ya Yekmalê Günay Darici, di merasîma vekirinê ya 6ê Hezîranê de gotarek pêşkêş kir. Wê behsa girîngiya festîvalên weha ji bo parastin û xuyabûna çanda Kurdî li Almanyayê kir. Rêvebera me spasiya Navenda Mîttanî kir ji bo organîzekirina serkeftî û got: Xebaên weha ji bo danûstandina çandî û beşdariya civakî gelek girîng in. Herweha qala xebatên Yekmalê bi taybetî di qadên perwerdehî, pedagojî û xebatên civakî kir.
Piştre Rêvebera Giştî ya Yekmalê Günay Darici digel rêveberê festîvalê Maksim Îsa beşdarî bernameya ''Diyaspora'' ya kenala Rûdawê bûn. Di hevpeyvînê de li ser festîvalê, rewşa civaka Kurd li Almanyayê û xebatên curbicur ên komeleyên kurdan axivîn.
Hûn dikarin tevahiya hevpeyvînê li ser lînka jêrîn temaşe bikin:
"Li Berlînê Festîvala Huner û Çanda Kurdî hat lidarxisti"