Di 18 û 20ê Hezîrana 2025an de, li Navenda Malbatan a High-Deckê du workşopên înteraktîv li ser danûstandina bêtundî ji bo dêûbavan hatin lidarxistin.
Me bi hev re lêkolîn kir ka dêûbav çawa bikarin nakokiyên rojane bi hişmendî û empatî çareser bikin. Di rahênanên pratîk de, beşdaran çar gavên danûstandina bêtundî partîkkirin; çavdêrîkirin, binavkirina hestan, naskirina pêdiviyan û formulekirina daxwazan. Herweha guhdarîkirina çalak bêyî darizandin an bêqîmetkirin.
Workşopan gelek rêbazên pratîk ji bo teqdîrkirin û girêdana wê bi zarokan re pêşkêş kirin. Em spasiya jinên beşdar dikin ji bo eleqe û beşdariya wan di nîqaşa vekirî de.