Bi destpêkirina demsala havînê re, em jî dîsa vedigerin cihê xwe yê Boddinboxê li Neukölln-Berlînê. Her du projeyên me "Xala Têkiliyê ya dijî Tundî û Cudakariyê" û projeya ji bo zarok û ciwanan "Em bi hev re xurt in" dê berdewam bin.
Ji ber xebatên nûjenkirinê odeyên me yên li Boddinboxê çend mehan girtî bûn, lê niha em kêfxweş in ku em ji nû ve bi bernameyek heftane ya hêzdarkirina zarok, ciwanan û malbatan dest pê bikin.
Em malbatên ji taxê vedixwînin qada lîstikê ya Boddinspielplatzê da ku ji nû ve destpêkirina xebatê bi me re pîroz bikin. Wafel, muzîk û agahî li ser bernameyên me tên pêşkêşkirin. Ji bo zarokan jî dê lîstikên cûrbicûr hebin. Neukölln Ludothek jî dê beşdar be.
Xala Têkiliyê ya dijî Tundî û Cudakariyê ji bo hemû niştecihên Neuköllnê ye ku ji cudakariyê bandor dibin. Li vir zarok, ciwan û mezinên ku xwedî dîrokeke penaberî û koçberiyê ne û yên ku xwedî wê nînin, ji şêwirmendiya destpêkê ya pirziman û herweha derfetên din sûdê werdigrin.
Roj: 3ê Tîrmeha 2025an
Dem: 16:00-18:00
Cih: Mainzer Straße 26 A, 12053 Berlin
E-Mail: anlaufstelle-nk@yekmal.de