25 Hezîran 2025 | Berlîn

Pêşbirka Fîlmên Zarokan ên Kurdî 2025

Pêşbirka Fîlmên Zarokan ên Kurdî 2025

 

Em wek komeleya Yekmalê bi kêfxweşî radigihînin ku îsal jî em hevparê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê ne. Armanca me ew e ku em bêhtir fîlmsazan teşwîq bikin ji bo çêkirina fîlmên zarokan ên Kurdî. Ji ber vê yekê, em dê îsal di çarçoveya festîvalê de pêşbirkek ji bo fîlmên zarokan ên Kurdî li dar bixin.

Yekmal xelata 1,000 € dide fîlmê herî baş ê zarokan. Fîlmê serkeftî dê di dawiya pêşandanê de ji aliyê juriyek Yekmalê were hilbijartin ku ji du pisporên perwerdehiyê û dêûbavek pêk tê.

Em li fîlmên ku van pîvanan bicîh tînin digerin:

Berdeng: Zarokên 3 heta 12 salî

(Ji kerema xwe dema şandina fîlman, diyar bikin ka fîlm ji bo zarokên 3-6 an 6-12 salî ye.)

Pîvana Temen:

  • FSK 0: Ji bo fîlmên bi zimanekî sade û zelal, aram, naveroka bê tundî û wêneyên guncav ji bo zarokan
  • FSK 6: Ji bo mijarên kûrtir- guncav ji bo vî temenî û hestiyariyê

Şertên giştî:

  • Dirêjahiya herî zêde ya fîlmê: 20 xulek
  • Ziman: Kurdî
  • Naverok: Çîrok ji perspektîva Kurdî an li ser mijarên Kurdî - Mînak nasname, pirzimanî, koçberî, an jiyana rojane ya zarokên Kurd

Giraniya pedagojîk:

  • Arastekirin ji aliyê nirxan, hestiyar ji aliyê pirrengî û guncav ji bo fêrbûna civakî
  • Empatî, xwebandorî û têgihîştina navçandî pêş bixe
  • Vegotineke zelal û erênî ya karakteran
  • Bi tevahî dûr ji: tundî, naveroka ku tirs û fikaran çêdike, zêdebariya hestan, lîstinên stereotîpîk, cudakarî û reklam

Dema dawî ji bo şandina fîlman: 1ê Tebaxa 2025an

Hûn dikarin fîlmên xwe li vir bişînin: https://filmfreeway.com/15thKurdishFilmFestivalBerlin2025

(Bihayê şandinê 5 € ye.)

15. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê ji 25ê Îlonê heta 1ê Cotmeha 2025an tê lidarxistin. Îsal jî dê bernameyek cihêreng û zindî ya sînemaya Kurdî were pêşkêşkirin. Wekî her sal, festîval dê di dilê Berlînê de li sînemaya Babylon li Rosa-Luxemburg-Platzê pêk were.

Em bi kêfxweşî li benda fîlmên we ne!

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR