Di 27ê Hezîrana 2025an de Şaxa Yekmalê ya li Essenê di çarçoveya Taştêya Malbatê de pêşwaziya Philipp Lange ji Navenda Pispor a Dêûbavtiyê û Nexweşiyên Derûnî (ELSe) ya Bajarê Essenê kir. Birêz Lange pêşkêşiyek agahdar û balkêş li ser kar û armancên vê saziya girîng pêşkêş kir.
Navenda ''ELSe'' angebotek navdîsîplînî ya Saziya Tendirustiyê û Înstîtuya Derûnî ya Ciwanan (JPI) a bajarê Essenê ye. Bala wê li ser piştgiriya dêûbavên ku ji nexweşiyên derûnî û alûdebûnê bandor bûne ye. Ne tenê li ser dayik û bavên bandorbûyî, lê zarok û tevahiya jîngeha malbatê jî.
Birêz Lange têgihiştinek hêja da me li ser alingariyên ku malbat di rewşên jiyanê yên weha de pê re rû bi rû dimînin. Herweha behsa girîngiya têkiliyên pêbawer, toreke piştgiriyê ya bihêz û zêdebûna hişmendiya civakî ya li ser vê pirsgirêkê kir. Navenda ELSe ji bo xurtkirina van pêkhateyan û alîkarîkirina kesên bandorbûyî bi awayek çalak dixebite.
Em gelek spasiya Birêz Lange dikin ji bo serdana wî û pêşkêşiya wî ya dilsoz. Axaftina wî bi awayekî berbiçav nîşan da ku ji bo piştgiriya bi bandor a malbatên ku rastî pirsgirêkên tendirustiya derûnî tên, pêdivî bi torbendî û xebatên navdîsîplînî heye.