08 Tîrmeh 2025 | Workşop | Berlîn

Rexneyên li ser kêmkirina budceya rêxistinên civaka sivîl

Rexneyên li ser kêmkirina budceya rêxistinên civaka sivîl

Di 4ê Tîrmeha 2025an de, li Berlin Global Village Konferansa Herêmî ya Rêxistinên Xweser ên Koçberan (LKMO2025) ji aliyê Federasyona Tirkî li Berlîn – Brandenburgê (TBB) hat lidarxistin. Komeleya Yekmalê jî beşdar bû û workşopek li ser "Kêmkirinên di budceya Berlînê de" lidar xist.

Gelek rêxistinên xweser ên koçberan ji ber kêmkirinên heyî bandor bûne û neçar in ku angebotên xwe sînordar bikin an jî bigirin. Projeyên girîng jî bingeha xwe ya darayî winda dikin.

Di heman demê de, pêşbaziya di navbera rêxistinan de ji bo fonên mayî zêde dibe. Qada fona ji bo întegrasyonê biçûk e, mixabin gelek rêxistinên koçberan nikarin bigihîjin qadên din ên piştgiriya darayî, mînak qada perwerdehiyê. Ev rewş ne normal e, bi taybet ji bo bajarekî ku civaka wê bi piranî ji mirovên bi paşxana koçberiyê pêk tê.

Rêxistinên xweser ên koçberan di navbera civatan de navgînên girîng in. Ew pisporiyan kom dikin, xebata perwerdehiyê dikin û zanînê parve dikin.

Xebata ku bi piranî li ser bingehek dilxwazî ​​​​ji hêla înîsiyatîvên xweser ve tê kirin, hêjayî teqdîrek mezintir û berî her tiştî piştgiriya darayî ya demdirêj û ewledar e.

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR